Hejmara kuştiyên xwepêşandanên Îranê her diçe zêde dibe

Li gelek bajarên Îranê xwepêşandanên li hemberî krîza ekonomîk di roja xwe ya 6emîn de bi mudaxeleya hêzên ewlehî didome.

2 Çile 2018 - 02:47
2 Çile 2018 - 02:47
 0
Hejmara kuştiyên xwepêşandanên Îranê her diçe zêde dibe

Li gorî jêderên fermî di roja 6emîn a xwepêşandanên Îranê de çalekvan û hêzên ewlehî jî di nav de hejmara kuştiyan gihîşte 18an.

Televîzyona dewlet a Îranê duhî di nûçeya xwe de ragihandibû ku di protestoyan de 12 kes hatine kuştin. Di xwepêşandanên êvarî de jî yek jê polîs 5 kes hatibûn kuştin.

Hejmara sivîlên birîndar nayê zanîn û li gorî îdîayan heta niha sivîlên ku hatine binçavkirin nêzî 500 kesî ye.