Heşdî Şabî li Kerkûk ber bi taxên Kurdan ve diçe

Hejmareke mezin ji çekdarên mîlîşyayên Heşda Şeibî li taxên Kurdan yên Kerkûkê belav bûne û malên Kurdan pişknîn dikin.

7 Mijdar 2017 - 03:30
7 Mijdar 2017 - 03:30
 0
Heşdî Şabî li Kerkûk ber bi taxên Kurdan ve diçe

Li horî ragihandina peyamnêrê K24'ê ku ji çend jêderên ji nava Kerkûkê piştrast kiriye, îro çekdarên Heşda Şeibî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê taxên Barûtxane, Dirwaze, Îskan û Azadî dorpêç kirine û dest bi pişknîna malên Kurdan kirine.

Wek jêder didin zanîn, mîlîşayayên Heşda Şeibî biryar dane, dê tevahiya taxên Kurdan pişknîn bikin.

Piştî dagîrkirina Kerkûkê, mîlîşyayên Heşda Şeibî, Heşda Tirkmenç û hêzên ewlehiyê yên Iraqê hewla jinavbirina nasnameya Kurdî ji ser Kerkûkê didin.

Di heman demê de, çekdarên Heşda Şeibî malên bi dehan ji kadro û berpirsên aliyên siyasî û baregehên aliyên siyasî yên Kurdî talan kirin û şewitandin.