Êrîşî dijeterora Iraqê û milîsên Heşda Şeibî hat kirin
Careke din li bajarê Kerkûkê hejmarek xwebexiş êrîşî hêzên dijeteroa Iraqê û milîsên Heşda Şribî kirin, berpirsê mihwerê rojavayê Kerkûkê jî got ku, xwepexşan karîn xwe rizgarbikin.
Berpirsê mihwerê rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand ku, li navçeya fermanberan a bajarê Kerkûkê hejmarek xwebexiş êrîşî hêzên dijeteroa Iraqê û milîsên Heşda Şribî kirin. piştî wê hêzên ewlehiyê yên Iraqê teqeyeke zor kirin û bi ser mal û welatiyên taxên nêzîkî wê bûyerê de reşandin kirin.
Herwiha berpirsê mihwerê rojavayê Kerkûkê amaje bi wê yekê kir ku, , xwepexşan karîn xwe rizgarbikin.Tekez kir ku, piştî êrîşê birîndar û kuştî birin nexweşxanê, hejmara ziyanên giyanî û madî nehatiye zanîn.