Heşda Şeibî: Barzanî û partiya wî ber bi serxwebûnê ve diçin

Yek ji mezinên Heşda Şeibî û fermandeyê koma bi navê Esayib Ehl Elheq, dibêje, kurd li Iraqê bûnd du du alî, alîgirên Barzanî ber bi serxwebûnê ve diçin.

28 Berfanbar 2016 - 09:55
28 Berfanbar 2016 - 09:55
 0
Heşda Şeibî: Barzanî û partiya wî ber bi serxwebûnê ve diçin

Serkirdeyekî Esayib Ehl Elheq bi navê Qeys Xezelî ji ajansa îranî ya Tesnîm re gotiye, kurdên Iraqê bûne du alî. Aliyek kurdên “nerm û liberal” in mîna YNK û Gorranê, aliyê din jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û alîgirên wî ne.

Qeys Xezelî her wiha gotiye, ji ber ku Barzanî û alîgirên wî serxwebûna Kurdistanê dixwazin, têkiliyên wan bi şîeyan re baş nîne.

Li gorî mezinê Heşda Şeibî, Barzanî û partiya wî her piroje û pilana ku “ziyanê li Iraqê dide” qebûl dikin û ber bi serxwebûna Kurdistana Başûr ve gavan davêjin.