Hevjîna xwe kuşt, kurê xwe û zavayê xwe birîndar kirin

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe kuşt, kurê xwe û zavayê xwe birîndar kirin.

13 Gulan 2024 - 06:57
13 Gulan 2024 - 06:57
 0
Hevjîna xwe kuşt, kurê xwe û zavayê xwe birîndar kirin

Bûyerê şeva borî li Taxa Belkisê ya Dîlokê rû da.

Li gorî agahiyan, Halîl O. û endamên malbata wî ketin qirika hev.

Dema nîqaş gur bû Halîl O., hevjîna xwe kurê xwe û zavayê xwe dan ber guleyan.

Piştî agahîwergirtinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan tesbît kir ku Zeynep O.ya (44) hevjîna Halîl O. miriye.

Tîmên tenduristiyê kurê wan Î.E.O. (15) û zavayê wan Hanîfî Bozkurt rakirin nexweşxaneyê.

Halîl O. piştî bûyerê xwe radestî polîsan kir.

Li hêla din rewşa tenduristiyê ya Î.E.O. ne baş e.