Hevpeymaniya Navnetwî bi şaşî HSD bombebaran kir: 6 kuştî û 15 birîndar

Îro Çarşemê li navçeya Hecîn li parêzgeha Dêrazorê balafirên Hevpeymaniya Navdeweltî bi şaşî şervanên HSD bombebraran kirin, di encam de 6 kes hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

18 Cotmeh 2018 - 05:07
18 Cotmeh 2018 - 05:07
 0
Hevpeymaniya Navnetwî bi şaşî HSD bombebaran kir: 6 kuştî û 15 birîndar

Çavkaniyek leşkerî – diplomasî yê Rûsyayê ji ajansa RT re ragehand ku, li nêzîkî bajarokê Hecîn li rojhilatê Dêrezorê bi bombebarana balafirên Hevpeymaniya

navdewletî bi şaşî 6 şervanên HSDê kuştin û 15 birîndar bûn.

Heman çavkaniyê da zanîn ku, ji ber wê bûyerê hişt ku, hêzên HSD ji wê navçeyê birevin û careke din ew navçe bikeve bin destê DAIŞê de.

Herwiha berpirsê rûsî aşkere ku, du balafirên F-16 ew êrîş bi şaşî pêkanîn.