HSD operasyona xwe li dijî DAIŞê rawestand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji encama êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, operasyonên xwe li dijî DAIŞê rawestand.

9 Cotmeh 2019 - 15:57
9 Cotmeh 2019 - 15:57
 0
HSD operasyona xwe li dijî DAIŞê rawestand

Ajansa “Reuters” ji jêderên Amerîkî û kurdî belav kir, HSDê biryar da operasyonên xwe li dijî DAIŞê rawestîne.

Serokomarê Tirkiye Recep Teyip Erdogan îro destpêkirina operasyona leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên Tirkiyê yên F-16 dest bi bombebarana bajarokên Rojavayê Kurdistanê yên sînorî dikin.

HSDê di twwîtekê de ragihand, 25 firokeyên Tirkiyê ji cura F-16 li ser hemû gund û bajarokên sînorî difirin û wan bombebaranê dikin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, ji encama bombebarana Tirkiyê xelkê gund û bajaran bo parastina jiyana xwe derdikevin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, ta niha di encama bombebarana firokeyên 2 welatiyên sivîl şehîd bûne.