Hevşaredara Agirî Mûkaddes Kûbîlay hate binçavkirin

Hevseroka Şaredariya bajarê Agirî ya bi ser Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve Muqedes Kubîlay hat binçavkirin.

22 Berfanbar 2016 - 09:45
22 Berfanbar 2016 - 09:45
 0
Hevşaredara Agirî Mûkaddes Kûbîlay hate binçavkirin

Hevşaredara Agirî Muqedes Kubîlay îro li navçeya Torbali ya Îzmîrê hat binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Agirî derheqê Kubîlay de berî naha biryara binçavkirinê dabû.

Piştî biryara binçavkirinê Kubîlay xwe radestî hêzên ewlekariyê nekiribû û neçûbû dadgehê.

Kubîlay berî naha jî li Îzmîrê hevseroktiya şaxa bajêr ya HDPê û şaredartiya navçeyaa Bazîd ya Agirî kiribû.