HSD û Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê 'Ebû Xewla' ji kar dûr dixin

Bi biryara Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê û erêkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Ehemd El-Xebîl (Ebû Xewle) ji postê Fermandariya Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê hat dûrxistin.

30 Tebax 2023 - 08:33
30 Tebax 2023 - 08:33
 0
HSD û Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê 'Ebû Xewla' ji kar dûr dixin

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 30î Tebaxa 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, “Piştî demekê ji şopandinê, nirxandina gelek rapor û gazindên xelkê û li ser bingeha fermana girtinê ya ji aliyê Dozgeriya Giştî, Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê û erêkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk biryar hat dayîn ku Ehmed El-Xebîl ji erkên xwe yên di rêveberiya Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê de bê dûrxistin û dawî li erka wî bê anîn.”

Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin, Ehemd El-Xebîl, ji ber pêkanîna gelek tawan, pêwendî û hevahengiya wî bi aliyên derve re, tawanan li dijî xelkê, bazirganiya madeyên hişbir, xirapiya birêvebirinê û rola wî di zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞê de, bikaranîna cihê xwe ji bo berjewendiyên xwe û yên malbatî û binpêkirina sîstema navxweyî ya HSDê, hatiye dûrxistin.

Herwiha li gorî biryarê, erkên 4 kesên din di nava Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê de ku rasterast bi van tawan û binpêkirinan ve girêdayî ne, hatin dûrxistin.

Ev biryara Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê û HSDê derbarê Ehmed El-Xebîl de, piştî wê yekê tê, HSDê roja 27ê Tebaxê Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê ya ser bi HSDê ve Ehmed El Xebîl (Ebû Xewla) û 4 kesên din girtibûn. Piştî vê yekê jî şer û alozî li Dêrazorê di navbera hin çekdarên Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê û eşîrên Ereban de derketibûn.

Duhî jî hin çekdarên Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê û eşîrên Ereban êrîşî çend xalên HSDê li Dêrazorê kirin û di encamê de jî 16 çekdarên eşîrên Erebî û 6 şervanên HSDê û 3 sivîl hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûbûn.

Herwiha êl û eşîrên Ereb li bakurê rojhilatê Sûriyê seferberiya giştî li dijî (HSD) ragihandin û 12 demjimêr dem ji bo azadkirina Ebû Xewla û girtiyên din, danbûn HSDê.

Her girêdayî vê mijarê jî, îro Encûmena Leşkerî ya Hicîn ya ser bi HSDê ve, gedexeya giştî li bakur û rojhilatê Dêrazorê ragihand.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 11ê Cotmeta 2015an de ji hevpeymaniya pêkhateyên Kurd, Ereb û Kildan û Aşûrî li Hesekê hate damezirandin û di nava wê de hejmarek ji encûmenên leşkerî hene.