HSDê li Reqayê 3 çekdarên DAIŞê girtin

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Reqayê 3 çekdarên DAIŞê girtine.

18 Adar 2023 - 09:53
18 Adar 2023 - 09:53
 0
HSDê li Reqayê 3 çekdarên DAIŞê girtin

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje “HSDê li Reqa du opeasyonên yekalî pêk anî û çekdarên DAIŞê hatin girtin.”

Hevpeymaniya Navdewletî amaje bi wê yekê kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji aliyê hêzên hevpeymaniya navdewletî ve di plana operasyonê de alîkariya wan kirine û di encamê de "Çekdarekî navdar ê DAIŞê Husên Xelîl Hisên, serkirdeyê şaneke DAIŞê Ebdulcebar Îmad Muxlif û yek ji alîkarê DAIŞê Xalib Semîr Mihemed bi awayekî serketî girtin.”

Fermandarê Hêza Peywira Hevbeş a Operasyonên Taybet Claude Tudor got “Şiyana HSD ya plansazkirin û pêkanîna operasyonên tevlîhev li herêma Reqqayê ji armancên me yên hevpar ên di têkbirina mayînde ya DAIŞ’ê de cih digire.”