Îraq: Herêma Kurdistanê petrolê bi qaçaxî hinarde dike
Wezareta Petrolê ya Îraqê ji Herêma Kurdistanê xwest ku petrolê radestî Bexdayê bike û ragihand ku hikûmeta Kurdistanê berpirsiyariyên xwe yên qanûnî yên derbarê hinartina petrolê bi cih nayne û li herêmê hîn jî bi "rêyên qaçax" petrol tê derxistin.

Wezareta Petrolê ya Îraqê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku biryarên dadgeha federal û qanûnên budceyê yên heyî bi cih bîne.
Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku li gorî qanûna budceyê divê berhema petrolê ya Herêma Kurdistanê radestî Wezareta Petrolê ya Federal a Îraqê bê kirin lê ev pêvajo ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve tê "binpêkirin".
Her wiha li gorî daxuyaniyê, "Ji derxistina petrolê ya bi rêyên qaçax Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsiyar e".
"Pêvajoyên qanûnî hatin binpêkirin"
Wezaretê diyar kir ku berê gelek caran bi rêya dan û standinên fermî û şandeyên taybet hewl dabû ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re pirsgirêkê çareser bike lê ew hewldanên wan bê encam mane.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev rewş ji bo aboriya Îraqê û prestîja navneteweyî dibe sedema gefên cidî.”
"Kotayên OPECyê jî di bin metirsiyê de ne"
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku radesnetkirina petrola Herêma Kurdistanê, bicihkirina peymanên Îraqê yên bi OPECyê re yên têkildarî hilberînê zehmet dike.
Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand, "Îraq neçar dimîne ku ji qadên din ên derveyî Herêma Kurdistanê hilberînê kêm bike, ev jî bandoreke neyînî li dahatên welêt dike.”
"Zerereke aborî ya dualî"
Wezareta Petrolê ya Îraqê teqez kir ku welat ji ber "hinartina qaçax" rastî zerereke aborî ya dualî.
Gavên qanûnî li rojeva wan in
Wezareta Petrolê ya Îraqê da zanîn ku lêkolînên têkildarî şandina "petrolê ya bi qaçax" berdewam dikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de "bi temamî ji aliyê qanûnî ve berpirsiyar" e.
Hikûmeta Îraqê ragihand ku mafê xwe yê bikaranîna hemû mekanîzmayên qanûnî parastî digire.(Rudaw)