Kesûkarên Pêşmergeyên dîl li pêş NYyê xwepêşandan dikin!
Kesûkarên Pêşmergeyên dîl li pêş binkeyê Netewên Yekbûyî (NY) xwepêşandan dikin.
Ew Pêşmergeyên ku hejmara wan zêdetir ji 62 kes e, di dema şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de dîl ketibûn dest çekdarên wê rêxistinê û berî naha li girtîgeha Mûsilê girtîbûn û piştî rizgar kirina bajarê Mûsilê, hêzên Iraqê ew Pêşmerge veguhestine Bexdayê û li wê derê jî girtî ne û li gor gotina kesûkarên wan hin ji wan li Bexda cezayê darve kirinê li wan hatiye birîn.
Îro 16.01.2017ê kesûkarê wan Pêşmergeyên dîl li pêş binkeyê NYyê li Hewlêrê xwepêşandan pêkanîn û daxwaza zelal kirina çarenivîsa zarokên xwe kirin.
Ew hemwelatî dibêjin, wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê lêkolîn û pêdaçûna ji bo wan Pêşmergeyan xemsare û ji kesûkarên Pêşmergeyan re gotine hûn dikarin kurê xwe wek şehîd tomar bikin.