Pêşmergeyê Roj dikare li devera aram roleke erênî bileyîze

Cêgirê serokê Hevpeymaîya Nîştîmanîya Opizisyona Suriyê, dibêje: Pêwîste ENKS û Pêşmergeyê Roj rol hebin di devera aram de.

17 Tebax 2019 - 04:18
17 Tebax 2019 - 04:18
 0
Pêşmergeyê Roj dikare li devera aram roleke erênî bileyîze

Ebdulhekîm Beşar, cêgirê serokê Hevpeymaîya Nîştîmanîya Opizisyona Suriyê bi Kurdistan24 re ragehand: Ji bilî Pêşmergeyê Roj ti hêzeke din nekare aramîyê li Rojavaya Kurdistanê biparêze.

Ragehand jî: Pêwîste Pêşmergeyê Roj di devera aram de rola xwe hebe.

Emerîka û Tirkiye li ser pirsa avakirina devera Aram li Suriyê bi kurahîya 32 Km ji rêkkevtinê nêzîkin, lê heya niha mîkanîzma avakirina wê devera aram bi temamî nehatîye aşkerakirin.