Konsulê Almanyayê: Pêşmerge cîhê şanaziyê ne û hêjayê hemû alîkariyekê ne

Pêşmerge ji bo azadî û demokrasiyê şer dikin

10 Sibat 2017 - 04:40
10 Sibat 2017 - 04:40
 0
Konsulê Almanyayê: Pêşmerge cîhê şanaziyê ne û hêjayê hemû alîkariyekê ne

Konsulê Almanyayê di herêma Kurdistanê de ragehand ku:”Em şanaziyê bi Pêşmergeyan dikin û divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê şandaziyê bi Pêşmerge û aramî û asayişa Kurdistanê bikin.”

Do 09.02.2017ê Konsulê Almanyayê di Herêma Kurdistanê, krystian serdana polîtburoya YNK(Yektiya Niştimaniya Kurdistan)ê kir û ragehand ku:”Pêşmerge bi tenê şerê parastina gelekê nakin belku ji bo demokrasî û azadî û civaka mirovatiyê şer dikin ji bo vê yekê hêjayî hemû cûre alîkariyekê ne.”

Herwiha ragehand ku:”Em şanaziyê bi Pêşmergeyan dikin û pêwîste ku xelkê û Hikûmeta Kurdistanê jî şanaziyê bi Pêşmerge, aramî û asayiş Kurdistanê bikin, Pêşmerge di eniya pêş de şerê bevaniyê dikin û hêzên asayiş û navxwe û dezgehên îstixbaratî jî aramiya navxwe diparêzin.”