Ofîsa Pêwendiyên Derve: Îsmaîl Beşîkci dostekî rast ê doza Kurdan e

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Swêdê Şoriş Rehîm û nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşikcî li Swêdê hevdîtinek kir.

28 Gulan 2025 - 10:54
28 Gulan 2025 - 10:54
 0
Ofîsa Pêwendiyên Derve: Îsmaîl Beşîkci dostekî rast ê doza Kurdan e

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya hesabê xwe yê Facebookê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, qala mijarên wekî “çareseriya aştiyane û diyaloga ji bo pirsgirêkên girîng ên Rojhilata Navîn û pêkvejiyana hemû ol û neteweyan a dûrî tundiyê” hatiye kirin.

Şoriş Rehîm spasiya Beşîkcî kir û anî zimên ku rêzê li “hewl û xebatên Birêz Beşikcî yên piştgiriya domdar a ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê” digire.

“Birêz Beşîkci dostekî rast ê doza Kurdan e”

Ofîsa Pêwendiyên Derve di daxuyaniya xwe de got:

“Îsmaîl Beşikcî ne tenê ramannasekî kûr û dengekî bilind ê serdema me ye, Birêz Beşîkci dostekî rast ê doza Kurdan e.

Çend dehsal in ku ew di rêya azadî û mafên neteweya Kurd û Kurdistanê de piştgir û parêzvanekî domdar ê mafê çarenivîsa Kurdan bûye.”