Koye: Belgeyên bombebarankirina kurdên Rojhilat wê ji Neteweyên Yekbûyî re bê dayîn

Qeymeqamê Koyê wan wan hemû belgename û belgeyên li ser bordûmana kurdên rojhilat ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve radestî Netewên Yekgirtî kirine.

1 Cotmeh 2022 - 05:49
1 Cotmeh 2022 - 05:49
 0
Koye: Belgeyên bombebarankirina kurdên Rojhilat wê ji Neteweyên Yekbûyî re bê dayîn

Qaymeqamê Koyê Tariq Heyderî ragehand: ‘’Me hemû wêranî û qurbaniyên kurdên Rojhilatê Kurdistanê heftiya borî di encama bombebarana rejîma Îslamî ya Îranê de pêkhatibûn bi wêne, belge û amar pêşkêşî kir. .

Herwiha Tariq Heyderî dibêje: "Me herwiha daxwaz ji wan kir ku kar bikin ji bo parastina ewlekariya van kesan û rêgirtin li dubarebûna bûyerên mîna wan, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û avakirina kampên taybet ji wan re."

Her wiha got: “Hemû welatiyên ku hatine bombebarankirin cihê xwe terikandine û ji aliyê welatiyên Koyê û derdora wê ve hatine bicihkirin heta çareseriyeke guncaw bê dîtin”.

Roja Çarşemî 28ê Îlona 2022, Sipaha Pasdarên Îranê bi bombeyan baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û mal û stargehên wan li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de hejmarek Pêşmerge û hemwelatî di nav wan de jin û zarok hebûn, şehîd û birîndar bûn