Kurdên Êzîdî, dijî dagîrkeri û zilma Heşdî Şeibî xwepêşandan lidarxistin

Îro danê sibê kurdên Êzîdî yên li kampa Xankê ya Duhokê, li dijî êriş û zilma çekdarên Heşda Şeibî li hember Kurdistanê bi taybet li dijî kurdên êzîdî xwepêşandan kirin.

26 Cotmeh 2017 - 06:08
26 Cotmeh 2017 - 06:08
 0
Kurdên Êzîdî, dijî dagîrkeri û zilma Heşdî Şeibî xwepêşandan lidarxistin

Nuçeya ku Basnews\'ê de cih digire tê destnîşan kirin ku Kurdên Êzîdî li dijî êriş û hovîtiyên çekdarên Heşda Şeibî li hember gelê Kurdistanê xwepêşandan li darxistin.

Îro danê sibê Kurdên Êzîdî yên li kampa Xankê ya Duhokê, li dijî êriş û zilma çekdarên Heşda Şeibî li hember Kurdistanê bi taybet li dijî Kurdên Êzîdî xwepêşandan kirin.

Xwepêşanderan bi hildana alaya Kurdistanê hêrs û nerazîbûna xwe li dijî çekdarên Heşda Şeibî nîşan dan û daxwaz kirin demildest ji Kurdistanê derkevin.