Li 21 taxên Amedê qedexe hat ragehandin

Li Bakurê Kurdistanê, şer û pevçûnên navbera endamên PKK’ê û Artêşa Tirk berdewam dikin.

18 Berfanbar 2016 - 10:56
18 Berfanbar 2016 - 10:56
 0
Li 21 taxên Amedê qedexe hat ragehandin

Ji bo operasyonên leşkerî bên birêvebirin, parêzgeriya Amedê, ji bo 21 taxên 4 navçeyên Amedê banga qedexeya derketina kuçe û kolanan hate ragihand.

Parêzgeriya Amedê, ji bo navçeyên Amedê yên Lice, Ferqîn, Hênê û Karazê banga qedexeya kuçe û kolanan ragihand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê li hember endamên Partiya Karkerên Kurdistanê, PKK’ê operasyonên leşkerî werin destpêkirin.

Qedexe vê sibehê di demjimêr 05:00’an de hat ragihandin û dê heta bangewaziyeke din derketina kuçe û kolanan, ji bo niştecihên herêmê qedexe be.