Li Amedê pevçûn: 5 kes birîndar bûn
Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê di navbera du malbatan de pevçûn derket, 5 kes birîndar bûn.
12 Adar 2024 - 04:37
12 Adar 2024 - 04:37
0
Şeva borî li Taxa Kaleyê ya Çêrmûgê di navbera 2 malbatên ku neyartiya wan heye de nîqaş derket.
Paşê her du malbat bi kevir, dar û çekan êrişî hev kir, 5 kes birîndar bûn.
Li ser agahîdayînê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman birîndar rakirin nexweşxaneyê.