Li Amedê qeza: 5 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn.

14 Mijdar 2023 - 05:32
14 Mijdar 2023 - 05:32
 0
Li Amedê qeza: 5 kes birîndar bûn

Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn, yek ji birîndaran zarok e.

Derengê şeva borî li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Yenişehîrê ya Amedê otomobîla bi şofêrtiya A.K. û otomobîleke din a bi şofêrtiya R.T. li hev qelibîn.

Di qezayê tevlî şofêran 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Birîndar ji otomobîlan hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê her 5 birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.