Li Bedlîsê erdhej çêbû

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbû.

27 Mijdar 2024 - 07:14
27 Mijdar 2024 - 07:14
 0
Li Bedlîsê erdhej çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li parêzgeha Bedlîsê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 05:50yê çêbûye û hêza wê 4,6 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 8,71 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.