Lî Belcîka Nûneratiya Herêma Kurdistanê rastî êrîşê hat
Li Belcîkayê çend kesan êrîşî avahiya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, Nûnerê Hikûmeta Heêrma Kurdistanê jî êrîşê piştrast dike.
Li gor agahiyan, li Welatê Belcîkayê çend kesan êrîşî avahiya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Dilawer Ajgeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ev êrîş piştrast kir, lê belê ti zanyarî di derbarê êrîşkaran de eşkere nekir.
Dilawer Ajgeyî herwiha got: “Em niha di derbarê vê êrşîê de mijûlî amadekirina beyannameyekê ne.”
Li gor zanyariyan, êrîşkaran di vê êrîşa xwe ya bo ser nûneratiya Herêma Kurdistanê ya li Brukselê de, Ala Kurdistanê anîne xwarê.