Li Dîlokê 2 servîsên karkeran li hev dan: 22 kes birîndar bûn

Li navçeya Şehitkamilê ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, du mînîbusên karkeran li hev dan û di encamê de 22 kes birîndar bûn.

10 Tebax 2022 - 03:30
10 Tebax 2022 - 03:30
 0
Li Dîlokê 2 servîsên karkeran li hev dan: 22 kes birîndar bûn

Îro 10ê Tebaxê li Taxa Gaziler ya Şehitkamilê, du mînîbusên ku karker bo cihên wan ên kar vediguhestin li hev dan. Di encama bûyerê de 3 jê bi giranî bi tevahî 22 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û tîmên agir vemirandinê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

22 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bi ambulansan bo nexweşxaneyên cuda yên Dîlokê hatin veguhestin.