Li Dîlokê di kargehekê de teqîn: Mirî û brîndar hene

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, li kargehekê teqîn çê bû û karkerekî canê xwe jidest da û karkerek birîndar bû.

1 Hezîran 2022 - 08:10
1 Hezîran 2022 - 08:10
 0
Li Dîlokê di kargehekê de teqîn: Mirî û brîndar hene

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, qazana hilmê ya kargeha xalîçeyan ji ber sedemeke nediyar teqiyaye.

Di encama teqînê de destpêkê 2 karkerên biyanî birîndar bûn û li ser agahdarkirinê gelek tîmên agir vemirandinê û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Karkerên birîndar Ahmed Larai û Semih Musso ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şehitkamil a Dîlokê hatin veguhestin.

Li gor agahiyan, Semih Musso tevî hemû hewldanên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û rewşa Ahmed Larai jî giran e û dermankirina wî berdewam e.

Ji ber teqînê zirareke mezin li kargehê û derdora wê çê bû û parçeyên ji kargehên firiyan li ser rê ketin û hatûçû bo demekê rawestiya.

Piştî paqijkirina rê hatin û çûn dîsa hat destpêkirin.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.