Li Êlihê pevçûn: Xortê 18 salî hat kuştin

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du aliyan de pevçûn derket û di encamê de xortekî 18 salî hat kuştin.

6 Gulan 2025 - 11:40
6 Gulan 2025 - 11:40
 0
Li Êlihê pevçûn: Xortê 18 salî hat kuştin

Li gorî zanyariyan şeva borî li Taxa Petrolê ya Êlihê ji ber sedemeke nediyar di navbera du aliyan de pevçûn derket û çek hatin bikaranîn.

Di encama pevçûnê de Huseyîn Kaçarê 18 salî, Y.K.yê 20 salî û kesekî din bi çekan birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her sê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Huseyîn Kaçar canê xwe ji dest da.

Dermankirina her du birîndaran li nexweşxaneyê berdewam e û derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.