Li Helebceyê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li Helebceyê di dema masîgirtinê de teqîn çêbû, li gorî zanyariyên destpêkê herî kêm 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûne.

26 Hezîran 2025 - 14:42
26 Hezîran 2025 - 14:42
 0
Li Helebceyê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li gundê Sazanê yê Helebceyê dema ku hinek welatiyan xwest bi teqemeniya TNTyê masiyan bigirin, TNT  bi wan de teqiya.

Li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînê de 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsê Helebceyê Akam Mihemed li ser bûyerê ji ajansa Rûdawê re axivî û got:

"Cihê bûyerê dijwar e û heta niha tîm bi temamî negihîştine cem wan lê belê kuştî û birîndar hene."

Berdevkê Polîs got, "Tiştê ku teqiyaye TNT bûye û li gorî tiştê ku ji me re hatiye gotin, ji bo girtina masiyan bi kar anîne."

Akam Mihemed her wiha got, "Li gorî agahiyên destpêkê, ew heft kes bûne, sê ji wan jiyana xwe ji dest daye û çar jî birîndar in lê ev ne amara dawî ye."

Kesên mirî û birîndar hemû xelkê Helebceyê ne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, daxwaz hatiye kirin ku bi helîkopterê bi hawara qurbaniyan ve biçin.