Li Hesekê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek teqiya û qurbanî hene.

4 Cotmeh 2023 - 04:24
4 Cotmeh 2023 - 04:24
 0
Li Hesekê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li Taxa Xiwêranê ya Hesekê otomobîlek teqiya û kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Ew otomobîl duh seat 20:15an li nêzîkî pira Beyrutê teqiya.

Hêzên Ewlehiyê yên Rojavayê Kurdistanê çûn cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin.

Navenda ragihandê ya hêzên asayîşa navxwe yên Rêveberiya xweser dibêje ku ti peywendiya wê bi kiryareke terorî yan êrişeke esmanî nîne.