Li kampa Mexmûrê teqîn

Li kampa Mexmûrê ya li Herêma Kurdistanê teqînekê rû da. Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

6 Berfanbar 2017 - 14:46
6 Berfanbar 2017 - 14:46
 0
Li kampa Mexmûrê teqîn

Erîşa bi ser kampa Mexmûrê de ziyaneke mezin a canî û madî çêbûye.

Berpirsê Tevgera Gorane li Mexmûrê Hemîd Mihemed ji Mexmûrê bo Spûtnîk Kurdistanê derbarê teqînê de zanyarî dan û piştrast kir ku teqîn di encama teqandina otomobîleke ji Mûsilê hatiye ve hatiye encamdan.

Mihemed da zanîn ku derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal tune ne û pirsgirêka herî mezin jî nebûna nexweşxaneyekê ye li Mexmûrê.

Hat zanîn ku teqîn di nav kampa Mexmûrê ku koçberên kurdên ji Tirkiyê çûne wir lê dimînin, rû daye.