Li Meletiyê erd hejiya
Li navçeya Arganê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan çêbû.
Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ên Mereşê ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûn sedema canjidestdana zêdetirî 50 hezar kesî, erdhejên paşekî berdewam in.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku demjimêr 03:18an li navçeya Arganê erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan çêbûye.
Li gor AFADê, kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.