Li Meletiyê erdhej çêbû

Li navçeya Melediya Kevin a parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4 pileyan erdhejek çêbû.

6 Çile 2024 - 11:06
6 Çile 2024 - 11:06
 0
Li Meletiyê erdhej çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Melediya Kevin a Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 15:10an çêbûye û hêza wê 4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 8.76 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.