Li Meletiyê qezayeke giran!

Li navçeya Arxayê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan ji rê derket û wergeriya, 14 kes birîndar bûn.

14 Tebax 2024 - 07:09
14 Tebax 2024 - 07:09
 0
Li Meletiyê qezayeke giran!

Otobusa Kompanyaya Van Goluyê ya ku ji Bodrumê ber bi Wanê ve diçû ji ber sedemeke nediyar ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de 14 kes birîndar bûn û birînên 3yan ji wan giran in.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Meletiyê.