Li Mêrdînê bi hinceta PKKê 17 kes hatin desteserkirin
Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, roja 23ê Gulanê bi hinceta “endamtiya PKKê” 17 kes hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê, roja 23ê Gulana 2023ê li navçeyên Dêrik, Qoser, Kerboran, Nisêbîn, Artuklu, Mehsert û Stewrê operasyon kirin û bi ser 19 malan de girtin.
Di operasyonê de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKê” 17 kes hatin desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin bo Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê hatin birin.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.