Li Mereşê bi hêza 4.1 pile erdhej rûda

Li navçeya Nurhak a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.1 rûda.

26 Tebax 2023 - 10:08
26 Tebax 2023 - 10:08
 0
Li Mereşê bi hêza 4.1 pile erdhej rûda

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Nurhak a ser bi parêzgeha Mereşê, bi hêza 4.1 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 11:58 xulekan de û 6.99 kîlometre di bin erdê de rûdaye.