Li Mûsilê tenê 5 tax maye
Hat ragihandin, ku hêzên Iraqê li rojavayê Mûsilê di çarçoveya operasyonan de taxeke din kontrol kirine.
Fermandarê operasyonên “Em hatin Neynewa” Ebdulemîr Reşîd Yarallah bi daxuyaniyekê ragihand, Hêzên Dije-Terorê li rojavayê Mûsilê di çarçoveya operasyonan de Taxa Rebî rizgar kirin.
Herwiha Fermandarê Hêzên Dije-Terorê yên Iraqê Fazil Berwarî jî ji Rûdawê re diyar kir, li Mûsilê bi tevahî 47 tax hatine rizgarkirin û tenê 5 tax di destê DAIŞê de mane.
Weke din Fazil Berwarî amaje bi yekê kir, ku di operasyonên Mûsilê de 5 hezar û 622 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û herwiha DAIŞê bi 213 wesayîtên bombekirî êrîşî hêzên ewlehiyê kirine.