Li Rihayê pevçûna bi kêran: Kuştiyek û birîndarek hene

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi kêran de kesek hat kuştin, kesek jî birîndar bû.

14 Berfanbar 2023 - 09:18
14 Berfanbar 2023 - 09:18
 0
Li Rihayê pevçûna bi kêran: Kuştiyek û birîndarek hene

Li Taxa Seyrantepeyê ji ber sedemeke nediyar di navbera Y.K. û M.K. de pevçûn çêbû û kêr hatin bikaranîn.

Y.K. û M.K. bi kêrê birîndar bûn.

Ekîban ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê.

M.K.yê birîndar tevî hemû hewldanan jî ji mirinê nefilitî.

Hat ragihandin rewşa tenduristiyê ya Y.K. jî giran e.