Li Rihayê xaniyek hilweşiya: 2 mirî, 8 birîndar

Li navçeya Hewagê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, xaniyek hilweşiya û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn.

1 Sibat 2024 - 03:18
1 Sibat 2024 - 03:18
 0
Li Rihayê xaniyek hilweşiya: 2 mirî, 8 birîndar

Li gorî zanyariyan li gundê Dînanê yê Hewagê îro xaniyekî ku di erdheja 6ê Sibata 2023yan de zerer dîtibû hilweşiya.

Di encama bûyerê de ji heman malbatê 2 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina gundiyan tîmên tendirustiyê, tîmên rizgarkirinê yên AFAD û parastina sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîman de termê 2 kesan û 8 birîndar ji bin kavilan hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.