Li Sêrtê li ser rê termê zilamekî hat dîtin

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê li ser rê termê zilamekî hat dîtin.

3 Gulan 2025 - 09:59
3 Gulan 2025 - 09:59
 0
Li Sêrtê li ser rê termê zilamekî hat dîtin

Term li navçeya Misircê li ser rêya bejahiyê hat dîtin.

Li gorî agahiyan, ajokarê bi navê A.A. telefonî tîmên tenduristiyê kiriye û gotiye dibe ku ew li ser rêya Êlih û Sêrtê di ser laşê kesekî re derbas bûbe.

Piştî vê aghiyê tîmên tenduristiyê û cendirme çûne cihê bûyerê.

Tîman tesbît kiriye ku kesê li ser rê dirêj bûbû miriye.

Hat diyarkirin ku ev term ê Erdal Ç. (32) ye ku malbata wî lê digeriya.

Tîman termê Erdal ji bo otopsiyê bir meytxaneya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

A.A. hat desteserkirin û kar û barên wî yên îfadedayînê didomin.

Li ser sedema mirina Erdal Ç. lêkolîn tê kirin.