Li Silêmaniyê êriş: Kuştî hene
Li nahiyeya Xelekanê ya qezaya Dûkanê ya Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin.
Li nahiyeya Xelekanê ya qezaya Dûkanê ya Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin.
Qaymeqamê Dûkanê da zanîn ku êriş bi rêya dronê hatiye kirin û li gorî agahiyên destpêkê 3 kuştî hene.
Li gorî agahiyan êrişê îro piştî nîvro rû daye.
Birêvebirê Nahiyeya Xelekanê Kameran Abdula ji ajansa Rûdawê re da zanîn ku di otomobîlê de 3 kes hebûn û her sêyan canê xwe ji dest daye.
Kameran Abdula diyar kir ku laşên wan bi temamî şewitîne û nayên naskirin.
Her wiha êrişê li navbera gundê Mêrgepaşa û Xelekanê rû daye.