Li Silêmaniyê êrişa bi dronan

Gundê Çinartûyê yê nahiyeya Axçelerê ya qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê bi dronan hat bombebarankirin.

1 Çile 2024 - 05:04
1 Çile 2024 - 05:04
 0
Li Silêmaniyê êrişa bi dronan

Rêvebirê Nahiyeya Axçelerê Hêmin Behcet ji ajansa Rûdawê ragihand:

“Îro demjimêr 08:15an gundê Çiartûyê bi dronan hat bombebarankirin.”

Hêmin Behcet da zanîn ku heta niha ew nizanin bê encamên êrişê çi ne û got, “Dron ji şevê din ve li herêma me difirin.”

Tirkiyeyê êriş kiriye

Demên dawiyê Çinartû dibe hedefa êrişan, 28ê Kanûna Pêşîna 2023yan jî ev gund hatibû bombebarankirin.

Dîsa tebaxa borî jî gundê Çinartûyê hat bombebarankirin û di encamê de 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest da û gerîlayek jî birîndar bû.