Li Şirnexê qeza: 2 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê taksiyekê û barhilgirekê li hev xist.

22 Mijdar 2023 - 03:10
22 Mijdar 2023 - 03:10
 0
Li Şirnexê qeza: 2 mirî, 5 birîndar

Di qezayê de 2 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Barhilgira ku şofêrê wê F.T. bû û taksiya ku şofêrê A.P. bû li ser Rêya Îpekê li hev qelibîn.

Nevzat Ç. (42) û Eyûb A. (47) ku birîndar bûbûn li Nexeşxaneya Dewletê ya Silopiyayê canê xwe ji dest da.

Tedawiya birîndarên din berdewam dike.

Hat zanîn ku berê taksiyê li Başûrê Kurdistanê bû.