Li Şirnexê teqîn.. Mirî û birîndar he ne

Li gorî zanyariyên berdest, di operasyona leşkerî ya li Çiyayê Kupeli de bombeya binerdkirî teqiya, di encama teqînê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.

4 Avrêl 2017 - 04:34
4 Avrêl 2017 - 04:34
 0
Li Şirnexê teqîn.. Mirî û birîndar he ne

Di operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Kupelî ya li Şirnexê de bombeya ku berê hatibû binerdkirin teqiya. Di encama teqînê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 5 leşker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku dema artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Gabarê li dijî endamên PKKê operasyona leşkerî li dar dixistin bombeya ku berê hatibû binerdkirin teqiya. Di encama teqînê de leşkerekî artêşa Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da û 5 leşker jî birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bi helîkopteran rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Şirnexê. Li gorî çavkaniyan li herêmê operasyona li dijî endamên PKKê berdewam dike.