Li Xarpetê pevçûn: 2 kuştî, birîndarek

Li parêzgeha Xarpetê ya Bakurê Kurdistanê 2 grûp pev çûn, 2 kes hatin kuştin, kesek jî birîndar bû.

2 Îlon 2023 - 06:09
2 Îlon 2023 - 06:09
 0
Li Xarpetê pevçûn: 2 kuştî, birîndarek

Li Taxa Dogukentê ya Xarpetê 2 grûp li pêşiya kargehekê bi çekan pev çûn.

Di pevçûnê de kesek li cihê bûyerê hat kuştin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Dema tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê hîn pevçûn berdewam bû û yek ji birîndaran xist ambûlansê.

Herwiha gumanbarekî ku navê wî nehat zanîn di dema midaxaleya tîmên tenduristiyê de guleyeke din li yekî ji birîndaran da û wî jî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê birîndarê din rakir nexweşxanyê.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û 3 gumanbar hatin desteserkirin.