Mesrûr Barzanî daxwaza bi bihêz kirina peywendîyên Amerîka û Herêmê dike

Şîretkarê civata asayîşa herêmê ragehand; hemahengîya Amerîka û herêma Kurdistanê di dariştina paşeroja deverê da, geleka giringe.

17 Çile 2017 - 07:34
17 Çile 2017 - 07:34
 0
Mesrûr Barzanî daxwaza bi bihêz kirina peywendîyên Amerîka û Herêmê dike

Li gorî ragehandineka nivêsîngeha şîretkarê civata asayîşa herêmê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li Adem Şîf endamê kongrêsê Amerîka kir û di kombûnekê da, Mesrûr Barzanî dîyar kir, pişikdarîya kara ya Amerîka di meydana sîyasî ya deverê da, pişkeke ji çareyan û dê bibe faktorê giringê seqamgîrî û berhingarbûna terorê.

Da zanîn jî ku pêdvîye peywendîyên Amerîka û herêma Kurdistanê bêztir bin û herdu alîyan hemahengîyeka baş di dariştina paşeroja deverê da hebe û ev jî geleka giringe.

Ji alîyê xwe ve wî kongrêsmanê Amerîkayê dupat kir ku hijmareyeka mezina kongrêsmanan, piştevanên daxwazîyên rewayên gelê Kurdin û îdareya Amerîka jî di wê bawerîyê daye ku gelê Kurd, hevpeymaneka nêzîk ya Amerîkaye li deverê.