Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza nû ya Almanyayê li Iraqê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyoza nû ya Almanyayê li Iraqê, tekezî li ser rêzgirtina li sîstema federalî û parastina mafên gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyan di çarçoveya destûra Iraqê de dikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Cotmehê, pêşwazî li Balyoza Almanya li Iraqê Christiane Hohmann û şanda pê re kir.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya destbikarbûna Balyoza nû, pîrozbahî li balyoza Almanyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast û spasiya hevkarî û piştevaniya Almanya li Herêma Kurdistanê kir.
Da zanîn jî, mijara sereke ya hevdîtinê, taybet bû bi girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bû û her du alî li ser pêwîstiya rêzgirtina li sîstema federalî û parastina mafên gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyan di çarçoveya destûrê de hevnêrîn bûn.
Balyozê Almanyayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina têkeliyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê veberhênan û bazirganiyê de nîşan da.