Minîbusa xwendekaran qulibî: 9 birîndar

Li Amedê minîbusa ku xwendekar dibirin navenda rehabîlîtasyonê wergeriya şerampolê.

12 Adar 2024 - 08:03
12 Adar 2024 - 08:03
 0
Minîbusa xwendekaran qulibî: 9 birîndar

Di qezayê de 4 jê zarok, 9 kes birîndar bûn.

Minîbusa ku şofêrê wê M.A. bû li ser rêya Amed û Farqînê ji kontrolê derket û wergeriya şerampolê.

Li ser agahîdayînê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Tîman 9 birîndar rakirin nexweşxaneyê.