NATOyê ji bo pêşmergeyan biryar da!

Endamên NATOyê, li paytexta Belçîqayê li Brukselê civîna xwe pêk anîn û di civînê de biryar hate standin ku Kanada wê pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê perwerde bike.

16 Tîrmeh 2018 - 06:58
16 Tîrmeh 2018 - 06:58
 0
NATOyê ji bo pêşmergeyan biryar da!

Di civîna NATOyê de pirsgirêkên Sûriyê, Rûsya û Afganîstanê hatin axaftin. Serokên dewletên endamên NATOyê û Serokwezîrê Iraqê Haydar Îbadî beşdarî civîna NATOyê bûn.

Nûnerê Kurdistanê yê Yekîtiya Ewrûpayê Dilawer Ajgeyî civîna NATOyê nirxand û got ku NATOyê biryar da ku pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê perwerde bike.

Ajgeyî wiha berdewam kir: Ev hêz ji bo şêrr nayê. Tenê ji bo perwdekirina leşkerî tên. Standina vê birayê ji bo Rojhilata Navîn û bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê pir girîng e. Ev biryar nîşan dide ku êdî ji bo Kurdistanê stratejiyeke nû heye.