Nêçîrvan Barzanî: Piştevaniyê li her hewleke çareseriyê dikin
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke endamên serbixwe yên Encûmena Nûneran a Iraqê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî do 5ê Hezîranê pêşwazî li şandeke endamên serbixwe yên Encûmena Nûneran a Iraqê kir ku wek komîteya guftûgoyê tên naskirin.
Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên rewşa siyasî ya Iraqê, astengiyên li pêş wê û hewlên ji bo hevtêgihîştinên di navbera aliyên siyasî de û derketina ji xitimandina siyasî hatin guftûgokirin.
Şandeyê mebesta xwe ji serdana Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew dixwazin ligel Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî hevdîtinan bikin, bi armanca nêzîkkirina aliyên siyasî û dîtina çareyekê ji bo derketina ji xetimandina siyasî ya Iraqê.
Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo hewlên şandeyê û her hewl û karekî nîşan da ku kar ji bo jihevnêzîkkirina aliyên siyasî û derbaskirina pirsgirêk û astengiyên li pêş proseya siyasî li Iraqê bike û hêvî xwast ku encamên baş ji hewlên wan derkevin.
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan spasî û pêzanîna xwe ji bo rola Nêçîrvan Barzanî û destpêşxeriyên wî yên ji bo hevtêgihîştin û jihevnêzîkkirina aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê nîşan da û hêvî xwast li ser asta Iraqê jî roleke hevşêwe bigire.