Nêçîrvan Barzanî: Werin em peyam û wateyên cejnê bikin derfetekê ji bo nûkirina pêwendiyên xwe
Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir, werin em hemû peyam û wateyên cejnê li gerdenazadî, lihevkirin û aştbûnê bikin firsendeke nû ji bo nûkirina têkiliyên xwe û vekirina rûpelek nû bi hev re.
Peyama pîrozbahiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Cejna Qurbanê bi germî li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im ku hemû cejn û bênvedaneke xweş û aram biborînin.
Werin em hemû peyam û wateyên cejnê li gerdenazadî, lihevkirin û aştbûnê bikin firsendeke nû ji bo nûkirina têkiliyên xwe û vekirina rûpelek nû bi hev re.
Gelê Kurdistanê ji her tiştekî zêdetir ji hêz û aliyên siyasî hêvî dike ku cejnê bikin derfeta yekrêzî û biratî û pêkveyî da ku em hemû bi hev re ber bi paşerojeke baştir ve biçin. Werin em hemû li pey wê hêviyê biçin.
Cejna we hemûyan pîroz be û hemû salan bi xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27.06.2023