Neteweyên Yekbûyî, partîyên Kurdistanî vexwend civînek girtî

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, ew partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo civîneke girtî ya hevbeş vedixwîne.

24 Gulan 2022 - 04:06
24 Gulan 2022 - 04:06
 0
Neteweyên Yekbûyî, partîyên Kurdistanî vexwend civînek girtî

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, armanca vê civînê pêkanîna derfeteke baş e ji bo danûstandina nêrînan û hevdîtinên rasterast di navbera aliyên siyasî de.

Plasschaert eşkere kiriye, civîn dê roja pêncşemê 26ê Gulana 2022yan birêve biçe.

Herwiha destnîşan kiriye ku civîn ligel nêzîkbûna dema hilbijartinên giştî yên li Herêma Kurdistanê hevdem e, ku biryar e di 1ê Cotmeha 2022yan de birêve biçe.