Peykerê ji bo bîranîna Robozkî hat rakirin!

Peykerê Robozkî ku ji bo bîranîna 34 gundiyên di encama bombebarana firokeyên şer de li gundê Robozkî hatin qetilkirin ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat rakirin.

8 Çile 2017 - 03:47
8 Çile 2017 - 03:47
 0
Peykerê ji bo bîranîna Robozkî hat rakirin!

Di şeva 28ê Kanûna 2011an de 19 jê zarok 34 kolberên Kurd li gundê Robozkê yê ser bi qezaya Qilaban a bajarê Şirnexê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê di encama bombebarana balefirên şerî yên dewleta Tirkiyê ve canê xwe ji dest dabûn. Ji bilî 34 kuştiyan 4 kolber jî bi birîndarî ji komkujiyê filitîbûn.

Ji bo bîranîna qurbaniyên Robozkê ji aliyê Şaredariya Peyasê ya Amedê ve li Parka Rojava ya Amedê Bîrdariya Robozkê hatibû çêkirin.

Bîrdariya Robozkê duh bi şev ji aliyê polîsên Tirkiyê ve ji Parka Rojava hate rakirin.